Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê: Bi fermana Trump me operasyona aborî li dijî Îranê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent mezintirîn û tundtirîn kampanyaya siza û dorpêçên aborî di dîrokê de bi navê "Operasyona Derkirina Aborî" li dijî Komara Îslamî ya Îranê ragihand.
Wezîrê Gencîneyê Scott Bessent îro 24ê Tebaxa 2026an di konferanseke rojnamevaniyê de hûrgiliyên stratejiya nû ya rêveberiya Donald Trump ji bo dorpêçkirina temamî ya Îranê û birîna çavkaniyên darayî yên Supaya Pasdaran aşkere kirin.
Bessent di daxuyaniya xwe de bangekî tund li serokên cîhanê kir û got: "Niha dema wê ye ku serokên cîhanê di navbera pêşketin an îzolekirinê, aştî an şerxwaziyê, ango di navbera Amerîka an Îranê de yekê hilbijêrin."
Herwiha aşkere kir ku Serok Trump bi xwe dest bi peywendiyên telefonî yên rasterast ligel serokên welatan kiriye û daxwaz ji wan dike ku hemû peywendiyên xwe yên bazirganî û aborî ligel Tehranê rawestînin.
Wezîrê Amerîkî hişyariyeke zelal da bank û saziyên darayî yên Navdewletî, her banka ku alîkariya darayî û neftê bide Îranê, dê ji sîstema dolarê Amerîkî were derxistin.
Hişyarî bi taybetî ji bo bankên Çînê hat dayîn ku nefta Îranê vediguherînin dirav. Herwiha divê hemû şaxên Banka Millî ya Îranê li seranserê cîhanê werin girtin.
Bessent destnîşan kir ku rêveberiya Trump êdî tenê serederiyê ligel gefên Îranê nake, lê belê dixwaze bi temamî dawî li wan bîne û got: "Em siyaseta 'Sifir Derçûn' dimeşînin da ku tu derfeteke nefesstendinê ji bo Tehranê nemîne û nekaribe Supaya Pasdaran ji nû ve ava bike."
Wezîrê gencîneyê di bersiva rojnamevanan de aşkere kir ku ev tenê destpêk e û dê pêla sizayan bi lez berdewam bike. Herwiha got: "Hûn li bendê bin; heta dawiya vê hefteyê em ê sizayên gelek giran li ser saziyeke darayî ya mezin rabigihînin. Her kesê ku alîkariya Tehranê bike, dê encamên wê bibîne."
Li gorî daxuyaniyê, Îran niha li pêşberî du rêyan e: Yan dê îzolekirina temamî û hilweşîna aborî hilbijêre, yan jî dê dest ji gefên xwe berde û vegere nav sîstema asayî ya aboriya cîhanê.