Qalîbaf: Amerîka nikare peywendiyên bazirganî yên Îranê bêtir sînordar bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand, êdî ti kes ji daxuyaniyên Amerîkayê bawer nake û ev gefên nû yên aborî, dê nekaribin peywendiyên Îranê yên bi hevkarên wê yên bazirganî re qut bikin.

Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro 24ê Tebaxa 2026an, li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" bersiva daxuyaniyên Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê da. Qalîbaf diyar kir ku: "Amerîkî bi xwe jî baş dizanin ku êdî kes baweriya xwe bi gotinên wan nayîne û guh nade wan."

Qalîbaf destnîşan kir, Amerîka bi xwe di rewşeke aborî ya wiha de nîne ku bikaribe peywendiyên xwe yên ligel welatên din bêtir sînordar bike. Herwiha got: "Hevkarên bazirganî yên Îranê, çi bi rêya medyayê çi jî bi peyamên rasterast ku ji Tehranê re şandine, piştrast kirine ku ew bi ti awayî guh nadin van cure daxuyaniyên Amerîkayê."

Serokê Parlamena Îranê her wiha tekez kir ku gefên Washingtonê dê ti bandoreke neyînî li ser îradeya hevkarên wan neke û peywendiyên wan ên aborî dê berdewam bin.

Ev daxuyaniya Tehranê piştî daxuyaniya Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent hat. Bessent ragihandibû ku Washingtonê "mezintirîn êrîşa darayî di dîrokê de" li dijî Îranê daye destpêkirin, da ku hemû çavkaniyên dahatê yên rîjîma Îranê bibire.

Wezîrê Amerîkî hişyarî dabû welatên cîhanê ku: "Her welatê ku kar bi Tehranê re bike, dê ber bi hilweşînê ve biçe û mîna Îranê were îzolekirin." Herwiha hişyariya leşkerî jî dabû ku her êrîşeke li dijî hêzên Amerîkayê an welatên Kendavê, dê bi bersiveke "bilez û tund" a Donald Trump re rûbirû bibe.