Amerîkayê siza li ser 65 sektorên aborî, kompanî, kesayet û keştiyên îranî sepandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê destpêkirina mezintirîn û tundtirîn kampanyaya aborî di dîrokê de bi navê "Operasyona Derkirina Aborî" li dijî Komara Îslamî ya Îranê û Supaya Pasdaran ragihand.

Wezareta Xezîneyê îro 24ê Tebaxa 2026an nexşerêyeke nû eşkere kir ku armanc jê birîna hemû çavkaniyên darayî yên Tehranê ye li seranserê cîhanê. Di çarçoveya vê operasyonê de, 5 sektorên sereke yên aborî û nêzîkî 60 kompanî, kesayet, keştiyên neftê û torên teknolojiyê ketin bin sizayên giran.

Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent, ev operasyon wekî "destpêka mîna Roja D-Day a Şerê Cîhanê yê Duyem" pênase kir û got: "Em bi heman ruhî êrîşeke berfireh a aborî li dijî Îranê dest pê dikin heta ku Tehran bi temamî bi tenê bimîne. Trump gavek avêt ku serokên beriya wî paş xistibûn; em êdî tenê serederiyê ligel gefên Îranê nakin, lê belê em dawî li wan tînin."

5 sektorên ku hatin siza kirin:

Li gorî biryara Ofîsa Kontrola Malên Biyanî (OFAC), sizayên giştgir li ser van sektoran hatin sepandin:

- Dravên Dîjîtal (Crypto): Îranê ji bo derbaskirina sizayan û veguhastina pereyan ji bo Supaya Pasdaran bikar dianî.

- Sektora Teknolojiyê: Ji bo rêgirtin li gihîştina teknolojiyên pêşketî yên mûşekî û atomî.

- Zêr: Ji bo rêgirtin li bikaranîna zêr ji bo parastina nirxê Riyalê Îranî.

- Hêlên Asmanî: Ji ber bikaranîna firokeyên sivîl ji bo veguhastina çek, çekdar û pereyan ji bo komên mîlîs.

- Keştiyanî û Veguhastina Deryayî: Ji ber firotina neyasayî ya neftê û veguhastina parçeyên mûşekan.

Torên navdewletî û nêçîra hakeran

Wezareta Xezîneyê zêdetirî 20 kompanî û kesayetên li Hong Kong, Çîn, Îran û Malîzyayê xistin lîsteya reş ku kelûpelên mîna "laser" û parçeyên mûşekan ji bo Wezareta Berevaniyê ya Îranê dabîn dikirin. Her wiha kompanî û navendên lêkolînê yên atomî (SPND) mîna "Sweet Ocean û RPT Technology" hatin sizakirin.

Hevdem bi hevahengiya ligel FBIyê, sizayên darayî li ser komek hakerên ser bi îstîxbarata Îranê (di nav de Behzad Mesrî û Mucteba Qelakuhi) hatin sepandin ku êrîşî jêrxana Amerîkayê kiribûn. Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo zanyariyên li ser van hakeran 10 milyon dolar xelat diyar kir.

"Keştiyên Sîber" û malbata Şemxanî

Di operasyonê de derbeyeke giran li tora firotina neftê ya qaçax hat xistin:

- Bazirganên mîna Mihemed Ehmed Fetûh (Captain Hamza) û Îvan Obukhov (li Îmaratê) hatin sizakirin ku zêdetirî 100 mîlyon dolar bi krîptoyê veguhestine.

- Kompaniyên ser bi kurê Elî Şemxanî (mîna Wellbred Capital li Singapûr û Swîsreyê) ketin lîsteyê.

- Dest bi ser 5 keştiyên zîbe yên bi navên SIFRA, G SILVER, QUANTUM HOPE, VOYAGE ELITE û TELA hat girtin.

Di dawiyê de, Washingtonê hemû destûrên berê yên ji bo peywendiyên akademîk, çandî û pereyên hewaleyê betal kirin. Hişyarî hat dayîn ku her banka li cîhanê alîkariya Îranê bike, dê yekser ji sîstema dolarê Amerîkî were derxistin.