Malbatên qurbaniyan li ser cezakirina Miftiyê Sûriyê: "Dadperwerî bi ser ket"
Şam (K24) – Piştî ku dadgeha Şamê cezayê girtîgeha muebetê li ser miftiyê berê yê Sûriyê Ehmed Bedredîn Hesûn birî, pêleke şabûn û kêfxweşiyê di nav welatiyan û malbatên qurbaniyan de belav bû. Welatî dibêjin ku ev biryar "tola qurbaniyan" e û divê hemû sûcdarên şer werin darizandin.
Dadgeha Tawanan a Çaran li Şamê, miftiyê berê Ehmed Hesûn bi tawanên "handana şerê navxweyî", "derxistina fitneya mezhebî" û "rewakirina bombekirina sivîlan" sûcdar dît û cezayê heta-hetayê lê birî. Her wiha biryar hat dayîn ku dest bide ser hemû mal û milkên wî.
Welatiyên ku ji Kurdistan24ê re axivîn, bîranînên xwe yên tal ên şer anîn ziman û ev ceza wekî "mafê wî" dîtin. Welatî Mihemed Dewle derbarê biryarê de got: "Bi rastî ew heqê vî cezayî bû, ji ber ku tiştek nema ku bi serê vî xelkî de neanî. Wî bi daxuyaniyên xwe bang li kuştina mirovan dikir û piştgiriya bombekirina sivîlan bi bermîlên teqîner dikir."
Welatî Abdulqadir Farûq jî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Ez bi vî hukmê li dijî miftiyê berê hatî derxistin gelekî şa me. Ev cezayekî dadperwer e û baweriya min bi dadgeha Sûriyê hat. Spas ji Xwedê re ku me ev roj dît. Em hêvî dikin ku hikûmet karkirina xwe berdewam bike û hemû berpirsên ku destên wan di xwîna gelê Sûriyê de hene werin girtin û cezakirin."
Ji aliyekî din ve, hinek welatî daxwaza cezayên hîn girantir dikin. Welatî Sefiye Heswe derbarê biryarê de wiha got: "Ev ceza ji bo wî hîn kêm e. Divê wî êş û azareke mezin bikişanda û bihata dardekirin. Em hêvî dikin hemû kesên mîna wî werin cezakirin."
Biryara dadgehê ya derbarê Ehmed Hesûn de, wekî serkeftina "dengê qurbaniyan" tê dîtin. Ehmed Hesûn bi salan wekî miftiyê herî bilind ê rejîma Sûriyê kar kiribû û bi fetwayên xwe yên ku piştgirî didan operasyonên leşkerî yên dijî sivîlan, dihat naskirin.