Mezlûm Ebdî û Es’ed Şeybanî li Şamê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed Şeybanî, ji bo gotûbêjkirina pêngavên dawî yên rêkeftina navbera her du aliyan, li paytext Şamê civiyan.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Şamê îro 24ê Tebaxa 2026an da zanîn, hevdîtina asta bilind a di navbera Mezlûm Ebdî û Wezîrê Derve Esed Şeybanî de, bi beşdariya Hevseroka Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bidawî bû.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê me, mijara sereke û bingehîn a vê hevdîtinê, temamkirin û cîbicîkirina hemû xalên rêkeftina 29ê Çileyê a navbera Şam û HSDê bû. Ev rêkeftin taybet e bi birêkûpêkkirina peywendiyên îdarî û serbazî û asayîkirina peywendiyên her du aliyan di bin sîwaneke niştimanî de.
Di civînê de her du aliyan bi firehî li ser gelek dosyayên hestiyar û pêşhatên siyasî axivîn; armanca vê diyaloga berdewam ew e ku aştî û bawerî di navbera aliyan de were avakirin, hêzên HSDê di çarçoveya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de werin yekkirin û hemû mafên neteweyî, çandî û destûrî yên gelê Kurd û pêkhateyên din werin misogerkirin.
Ev hevdîtin wekî qonaxeke nû û girîng di dîroka Sûriyeya nû de tê dîtin, ku her du alî dixwazin bi rêya diyaloga navxweyî krîzên welat çareser bikin û yekparçeyiya xaka Sûriyê li ser bingeha mafên her kesî biparêzin.