Çîn: Rewşa Rojhilata Navîn û Kendavê gihiştiye qonaxeke metirsîdar
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi ragihand, rewşa Rojhilata Navîn û herêma Kendavê careke din gihiştiye qonaxeke gelekî hesas û metirsîdar. Wang Yi bang li hemû aliyan kir ku ji bo rêgirtina li şerekî wêranker li herêmê, demildest vegerin ser maseya diyalogê.
Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi îro 24ê Tebaxa 2026an li paytext Bejîngê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Kuveytê Şêx Cerrah Cabir Ehmed Sebah kir. Di hevdîtinê de giranî hat dayîn ser ewlehiya herêmê û rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de.
Wang Yi di civînê de diyar kir, Rojhilata Navîn di xaleke çarenivîssaz de ye û got: "Nabe senaryoyên kevin ên şer û pevçûnan li herêmê dubare bibin. Karê herî pêşîn kêmkirina rageşiyê û parastina aramiyê ye." Herwiha amadehiya Bejîngê nîşan da ku ligel Kuveyt û welatên din ên herêmê ji bo aştiyeke mayînde hevahengiyê bike.
Ev hişyariya Çînê di demekê de tê, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent "Operasyona Derkirina Aborî" li dijî Tehranê ragihandibû. Washingtonê hişyarî dabû hemû welat û bankên cîhanê (di nav de bankên Çînê jî) ku heger alîkariya darayî û petrolê bidin Îranê, dê ji sîstema dolarê Amerîkî werin derxistin.
Ji aliyê din ve, Îranê gef xwar ku heger "şerê aborî" yê Amerîkayê berdewam bike, ew ê rê nedin "dilopek petrol" ji Tengava Hurmizê derbas bibe. Tengava Hurmizê xaleke stratejîk e ku yek ji ser pêncê (1/5) nefta cîhanê di wê derê re derbas dibe.
Çîn ku kirîdarê herî mezin ê petrola Kendavê ye û peywendiyên wê yên xurt ligel welatên erebî û Îranê hene, tekez dike ku sizayên yekalî metirsiyê li ser xetên bazirganiya navdewletî çêdikin. Bejîng diyar dike ku tenê bi rêya diyaloga rasterast û dûrketina ji sizayan krîza enerjî û ewlehiyê dikare were çareserkirin.