Ehmed Şera: Em ber bi asoyekî geş û qonaxa avedankirinê ve gavan diavêjin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Ehmed Şera derxistina navê Sûriyê ji "lîsteya terorê" û rakirina fermî ya sizayên Amerîkayê wekî "bûyereke dîrokî û qonaxa avedankirinê" pênase kir. Şera ji bo vê pêngavê spasiya taybet a Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.
Serokê Sûriyê Ehmed Şera di gotareke televizyonî de ku ji Koşka Serokatiyê ya li Şamê arasteyî gelê Sûriyê û civaka navdewletî kir, dawîhatina qonaxa dorpêçên navdewletî ragihand.
Ehmed Şera di gotara xwe de bal kişand ser serkeftina vîna gelê Sûriyê û got: "Îro Sûriye deqeke reş ji ser milê xwe radike û bi destê xwe rûpeleke raboriya xwe ya tijî êş diçirîne, da ku ber bi asoyên geşepêdan û avedaniyê ve gavan biavêje. Gelê Sûriyê yê mezin, we careke din serkeftina xwe îsbat kir; siza hatin rakirin û zincîr hatin şikandin."
Serokê Sûriyê di peyama xwe de pêzanînên xwe ji bo serokatiya Amerîkayê anî ziman û got: "Ez spasiya xwe ya bêsînor arasteyî Serokê Amerîkayê Donald Trump dikim. Herwiha spasiya hemû welatên dost û piştgir dikim ku di vê qonaxê de li rex gelê Sûriyê sekinîn."
Ev peyama Ehmed Şera piştî wê yekê tê ku Wezareta Derve ya Amerîkayê duh 24ê Tebaxê bi fermî navê Sûriyê ji lîsteya "dewletên piştgirê terorê" derxist û sizayên li ser Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) rakirin.
Tê çaverêkirin ku ev biryara Washingtonê rê li ber veberhênanên biyanî veke û bibe sedem ku Sûriye ji nû ve di warê aborî û siyasî de ligel civaka navdewletî were girêdan.