Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im salvegera jidayikbûna Pêxember çanda pêkvejiyanê kûrtir bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed (silavên Xwedê lê bin), peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 25ê Tebaxê di peyama xwe de got: “Bi helkefta salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê lê bin), pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.”
Herwiha Mesrûr Barzanî got jî: “Hêvîdar im ku salvegera jidayikbûna Pêxember (Silavên Xwedê lê bin) bibe sedema kûrkirina zêdetir a çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de, û bibe sedema biratî, aştî û tebayiya di navbera gelên cîhanê de.”
Salvegera ji dayikbûna Pêxemberê Îslamê, ku her sal di 12ê meha Rebîulewel de tê pîrozkirin, li Herêma Kurdistanê wek helkefteke olî û neteweyî ya giring tê dîtin. Li bajarê Hewlêrê, ev pîrozbahî xwedî kokeke dîrokî ya kûr e ku vedigere sedsala 12an û serdema Siltan Muzeferedîn.
Bi vê helkeftê, îro li gelek bajar û herêman, nexasim li derdora Keleha Hewlêrê û bazarên kevn, welatî kom bûn û bi belavkirina şîranî û xwendina Mewlûdnameyan vê rojê pîroz dikin.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî jî ragihand, wan li seranserî Herêmê û di nav mizgeftan de çendîn bername û çalakiyên olî yên taybet bi vê rojê amade kirine.