Zêdetirî 23 sal ceza li Serokê Şaredariya Beşiktaşê hat birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeheke Tirkiyê bi tometa wergirtina bertîl û gendeliyê, cezayê girtîgehê yê giran li Serokê Şaredariya Beşiktaşê Riza Akpolat birî. Dadgehê piştî darizandina di doza "Ezîz Îhsan Aktaş" de, biryar da ku Akpolat bi zêdetirî 23 salan bê girtin û di heman demê de dest danî ser hemû mal û milkên wî yên ku li herêma Çorluyê ne.

Di hûrguliyên dozê de hat diyarkirin ku ji bo her du tohmetên cuda yên wergirtina bertîlê, 6 sal û 3 meh ceza li Akpolat hat birîn. Bi komkirina cezayên din ên têkildarî gendelî û îhaleyan re, dema giştî ya girtîgehê gihîşt 21 sal, 23 meh û 37 rojan. Her çend ji ber van tohmetan cezayê giran lê hatibe birîn jî, dadgehê Akpolat ji tometa "endambûna rêxistinê" bêberî (beraat) kir.

Li gorî biryara dadgehê, Serokê Şaredariya Beşiktaşê dê di girtîgehê de bimîne û heta doz bi dawî nebe dest ji ser milkên wî nayê rakirin. Ev doz di demekê de ye ku Beşiktaş yek ji navçeyên herî stratejîk ên Estanbûlê ye û Akpolat wek serokekî opozîsyonê (CHP) ev şeş sal in li ser karê xwe yê şaredariyê berdewam e.

Riza Akpolat piştî biryarê bi tundî bertek nîşan da û ev doz wekî "buhtaneke siyasî" nav kir. Akpolat di daxuyaniya xwe de ragihand, rûyê wî spî ye û got: "Min ti tawanek nekiriye ku bibe sedema serşoriya zarok, malbat û gelê Beşiktaşê. Em ê bi hevalên xwe re vê sîstema ku li ser bingeha buhtanan hatiye avakirin, ji reh û rîşalan ve hilkin."