ENKS pêşwazî li biryara Amerîkayê kir: Divê Sûriye bibe dewleteke nenavendî

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), pêşwazî li biryara Amerîkayê ya derbarê derxistina navê Sûriyê ji lîsteya dewletên piştgira terorê kir û ew wekî derfeteke giring ji bo başbûna aborî û siyasî bi nav kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê duh 24ê Tebaxa 2026an, biryar da ku navê Sûriyê ji lîsteya "Dewletên Piştgira Terorê" derxîne. Tê payîn ku ev pêngav bibe sedema sivikkirina dorpêçên aborî, vekirina deriyên dubare avakirina welat û peydakirina çareseriyan ji bo qeyranên jiyanî yên welatiyan.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de diyar kir, ew vê biryarê wekî fersendekê ji bo xurtkirina peywendiyên navneteweyî û baştirkirina rewşa jiyanê û xizmetguzariyê dibînin. ENKSê destnîşan kir ku ji bo sûdgirtina ji vê biryarê, divê gavên bilez ber bi avakirina dewleteke demokratîk, nenavendî û serweriya qanûnê ve werin avêtin.

ENKSê her wiha tekez kir jî, divê mafên neteweyî yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê di destûrê de li ser bingeha wekhevî û hevbeşiya niştimanî werin misogerkirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, ENKSê daxwaz kir ku mercên guncayî ji bo vegera ewle, birûmet û dildarî ya penaber û koçberan were amadekirin. Di daxuyaniyê de bi taybetî bal hate kişandin ser koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî û hate xwestin ku alîkarî û piştgirî ji wan re were pêşkêşkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê bang kir ku têkoşîna li dijî teror û tundrewiyê berdewam bike û saziyên niştimanî yên giştgir werin avakirin, daku aramî û geşepêdan li welat pêk were.