Mezlûm Ebdî pêşwazî li derxistina Sûriyeyê ji lîsteya welatên piştgirên terorê dike

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêşwazî li biryara derxistina Sûriyeyê ji lîsteya welatên piştgirên terorê kir, û ew wekî pêngaveke giring bo bihêzkirina peywendiyên navdewletî bi nav kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro Sêşemê, 25ê Tebaxa 2026an, di daxuyaniyekê de ragihand: "Em pêşwaziyê li biryara derxistina Sûriyeyê ji lîsteya welatên ku piştgiriyê didin terorê dikin."

Fermandarê Giştî yê HSDê herwesa got: "Ev biryar pêngaveke giring e pêxemetî rastkirin û bihêzkirina peywendiyên navdewletî, herwesa rêyê li ber qonaxeke nû ya tenahî, pêşxsitin û karkirina ji bo paşeroja welatê me vedike."

Mezlûm Ebdî herwesa amaje bi wê yekê jî kir ku ev biryar destkeftiyek e bo bicihbihatina daxwazên gelê me di ewlehî, aştî û pêşveçûnê de.

Wezarata Derve û Wezareta Gencîneyê yên Amerîkayê duhî Duşemê, 24ê Tebaxa 2026ê, biryar li ser jêbirina navê Sûriyeyê wekî "dewleta piştgira terorê" û derxistina "Desteya Tehrîr Şam - HTS" ji lîsteya rêxistinên terorîstî yên cîhanî û lîsteya cezayan da.