Mezlûm Ebdî bidawîanîna erkê HSDê û hilweşandina wê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSD bi rengekê fermî bidawîanîna erkê hêzên xwe û hilweşandina wê wekî pêkhateyeke leşkerî ya serbixwe ragihand, herwesa destpêkirina qonaxeke nû ji sengêrên şer ber bi aştî, avaedankirin û misogerkirina mafên neteweyî ve ragihand.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro Sêşemê, 25ê Tebaxa 2026ê, ragihand: "Em îro bi bilindtirîn asta berpirsiyariyê ve bidawîanîna erkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hilweşandina wê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe radigihînin.”

Mezlûm Ebdî herwesa got: “Em dixwazin îro bibe destpêka veguhastineke rastîn ji qada şer ber bi qada avakirinê ve, ji serdemê çekan ber bi serdemê aştiyê ve, û ji qonaxa bergirîkirina ji Sûriyeyê ber bi qonaxa avakirina welat ve."

Navborî bi rêz ve bîranîna qurbanîdana şehîdan bilind ragirt û amaje bi wê yekê kir ku şervanan bo şer bi xwe şer nekiriye, belku pêxemetî hatina rojêkê bûye ku êdî tu Sûriyeyî hewceyî hilgirtina çekan nebin.

Di pareke din a axaftina xwe de, Mezlûm Ebdî ronahî berda ser misogerkirina mafên rewa yên gelê Kurd û pêkhateyên din û tekez li ser wê yekê jî kir ku mafê xwendina bi zimanê dayikê (zimanê Kurdî) yek ji mafên bingehîn ên misogerkirî ye, herwesa bizav tên kirin ku ev biryar di sala nû de bi temamî bê bicihanîn û bo qonaxên paşerojê bibe bingeh.

Mezlûm Ebdî peyamek arasteyî tevahiya pêkhateyên welat, ji wan Kurd, Ereb, Suryanî, Aşûrî û Turkmen kir û tekez kir: "Sûriye welatê hemiyan e; herwekî çawa di dema borî de me bi hev re parast û me qurbamî bo wê dan, em dê her bi wî canê hevparî û bihevrebûnê paşerojeke azad, ron û tijî aştî bo wê ava dikin."