Li Semsûrê erdhej çê bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Sincikê ya girêdayî parêzgeha Semsûrê, erdhejek bi hêza 4.2 pileyan çê bû, û tîman li ser zirarên canî û madî dest bi lêkolînan kir.
Rêveberiya Rewşên Awarte û Felaketan a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro Sêşemê, 25ê Tebaxa 2026ê, li devera Sincikê ya Semsûrê di saet 21:43 de erdhejek bi hêza 4.2 pileyan çê bûye. AFADê diyar jî kir ku kûrahiya vê erdhejê 7 kîlometreyan di bin erdê de hatiye pîvan.
Piştî erdhejê, ku li deverê û gundên derdorê hat heskirin, tîmên peywendîdar tavilê ketin tevgerê. Li ser zirarên gengaz ên canî û madî lêkolîn û xebatên kontrolê li devera erdhejê hatine destpêkirin.
Heta niha di derheqa çêbûna zirareke mezin a canî an jî hilweşîna avahiyan de, ti daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.