Barrack: Zimanê Kurdî di kerta perwerdeyê yê Sûriyeyê de bi femî tê nasandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyeyê lihevkirina têkelkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de wekî bûyereke dîrokî wesif kir, herwesa îtîrafkirina fermî bi zimanê Kurdî di kerta perwerdeyê de û dana pêgehên sereke bo her yek ji Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di nav hikûmeta Sûriyeyê de aşkere kir.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack îro Sêşemê, 25ê Tebaxa 2026ê, di peyamekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê ragihand ku di çarçoveya bicihanîna plana Serokê Amerîkayê bo Rojhilata Navîn de, hevpareke sereke pêngav ber bi çarçoveyeke nîştimanî ve avêtiye û Sûriyeyeke yekgirtî bo hemiyan ber bi çêbûnê ve diçe.
Barrack amaje bi wê yekê jî kir ku vê destpêşxeriyê rê bo têkelkirina birêkûpêk a HSDê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de xweş kir, bi awayekî ku parvekirinê borî bo hevpariyeke berdewam guhartin.
Navborî tekez li ser wê yekê jî kir ku nasandina zimanê Kurdî di kerta perwerde û xwendinê de bi rengekê fermî, li gel misogerkirina pêgehên giring û bibandor bo hevparên wan, Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di nav hikûmeta Sûriyeyê de, nîşana rêzgirtinê ye li serkirdetiya wan û qurbanîdana hevparên Kurd û wî rolê avaker yê ku wan di tenahiya deverê de lîstiye.
Barrack amaje bi wê yekê jî kir ku ev hevfehmkirin modeleka rastîn a yekgirtinê ye, ku tê de peyvên «serkeftî û şkestî» tune ne, belku aliyên neyek ên duhî bi cudahiyên nêrînên xwe ve gihîştine çareseriyeke dîplomatîk bo bihêzkirina serweriya axa Sûriyeyê li ser bingeha «Yek artêş, yek hikûmet û yek dewlet».