Cîgirê Parêzgarê Hesekê: Bi hezaran şervanên HSDê tevlî artêşa Sûriyê bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Parêzgarê Hesekê ragihand, pêvajoya tevlîbûna endamên HSDê bo nava artêşa Sûriyê berdewam dike û niha bi hezaran şervan di nava lîwayên ser bi Wezareta Berevaniyê de cih digirin.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî ji kanaleke Sûrî re ragihand, ev çend meh in pêvajoya tevlîbûna leşkerî berdewam dike û got: "Niha bi hezaran endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nava lîwayên artêşa Sûriyê de ne."

Hîlalî bal kişand ser nûçeyên derbarê hilweşandina HSDê de û diyar kir ku ev yek nabe sedema rawestandina pêvajoya tevlîbûnê. Herwiha got ku hîn gelek dosyayên din di destê aliyên peywendîdar de ne û kar ji bo bidawîkirina wan dosyayan berdewam dikin.

Hîlalî diyar kir jê, "Ji îro pê de, biryarên herêmê dê bi awayekî fermî ji aliyê saziyên peywendîdar ên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ve bêne derxistin, ne li ser navê Rêveberiya Xweser an jî HSDê."

Derbarê çekdarên biyanî yên di nava HSDê de, Hîlalî vegera wan çekdaran bo welatên wan wekî "nîşaneyeke baş" nirxand û diyar kir ku ev yek ji bo çareserkirina vê dosyayê di çarçoveya "niştimanî" de pêngaveke girîng e.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê li ser rewşa aborî û çavkaniyên herêmê got: "Niha sedî sed samanên parêzgeha Hesekê di destê dewletê de ne û hemû dahatên wan ji bo xezîneya dewletê têne vegerandin."

Ev daxuyaniya Hîlalî di demekê de ye, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, duh 25ê Tebaxa 2026an, ji Koşka Gel a li Şamê hilweşandina HSD, Rêveberiya Xweser û hemû pêkhateyên ser bi wan ve ragihand û diyar kir ku ew ê bi temamî di nava saziyên dewletê de cih bigirin.

Ebdî di konferanseke rojnamevanî de got ku qonaxeke nû dest pê dike û ev qonax bi vekirina rûpeleke aştî, aramî û avakirina welat tê binavkirin. Her wiha tekez kir ku erka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî hêzeke leşkerî bi dawî bûye.

Ebdî bal kişand ser girîngiya derbasbûna ji qadên şer ber bi qadên avakirinê ve û destnîşan kir ku divê kar ji bo avakirina Sûriyeyeke nû û yekbûyî ji bo hemû pêkhateyên wê yên Ereb, Kurd, Tirkmen û Aşûriyan bê kirin.

Di dawiyê de, Ebdî anî ziman ku divê Sûriyeya nû paşeroja welatiyên xwe biparêze û jiyaneke birûmet ji zarokên wan re mîsoger bike. Herwiha bal kişand ser wê yek ku wan ji aliyê Serok Ehmed El-Şera ve derbarê mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî de helwesteke erênî ditiye.