Ciwanekî ji Kerkûkê li Swêdê namzedê hilbijartinan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Ciwanê kurd ê ji bajarê Kerkûkê Rencder Falih li paytexta Swêdê Stockholmê li ser lîsteya Partiya Sosyal Demokrat, namzediya xwe ji bo Encûmena Herêma Stockholmê ragihand.

Rencder Falih endezyarê IT-yê ye û li Stockholmê perwerdehiya xwe qedandiye. Ew dixwaze pisporiya xwe ya di warê teknolojiyê de bixe xizmeta xizmetên giştî û dîjîtalîzekirina pergala Swêdê. 

Falih herwiha amanca xwe wekî parastina pergala xizmetguzariyê, wek tenduristî, perwerdehiya bêberamber û alîkariya bêkariyê diyar dike.

Namzedê kurd bal kişand ser kêmiya rêjeya dengdanê li herêmên penaberan û bang li kurdên Swêdê kir ku herin ser sandoqan. Falih got: "Heger hûn biryarê li ser qedera xwe nedin, dê hinekên din li şûna we biryarê bidin."

Hejmara namzediya Rencder Falih 21 e. Ew vê hejmarê wekî sembola 21ê Adarê (Newrozê) dibîne û dibêje: "Ez ê xizmeta civaka Swêdî bikim, lê ez ê qet pişta xwe nedim kurdbûna xwe û doza gelê xwe."

Li Swêdê nêzîkî 150 hezar kurd dijîn û di salên dawî de bandora wan a siyasî gelekî zêde bûye. Di hilbijartinên 2018an de 6 kurd ketibûn Parlamentoya Swêdê.