Parlamentoya Iraqê ji bo zêdekirina para benzîna Kurdistanê bangî Wezîrê Petrolê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê, ji bo gotûbêjkirina pirsa zêdekirina para benzîna Herêma Kurdistanê, Wezîrê Petrolê yê Iraqê û Rêveberê Berhemên Petrolê vexwendin parlamentoyê.
Endamê Komîsyona Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê Sîpan Şîrwanî ji Kurdistan24ê re ragihand, civîn îro 26ê Tebaxa 2026an li avahiya parlamentoyê pêk tê. Şîrwanî diyar kir ku wan berê raportek derbarê pêwîstiya Herêma Kurdistanê ya ji bo benzînê pêşkêşî Wezareta Petrolê kiriye û armanca civîna îro jî pesendkirina daxwaza zêdekirina vê parê ye.
Di demên dawî de ji ber kêmbûna sotemeniyê û bilindbûna bihayê benzînê li bazarên Herêma Kurdistanê, welatî û şofêr rûbirûyî zehmetiyên mezin bûn. Ji bo sivikkirina vê qeyranê, Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar dabû ku benzîna asayî bi 750 dînaran dabîn bike û cudahiya bihayê wê li ser erkê xwe qerebû bike.
Çavdêr û berpirsên Herêma Kurdistanê tekez dikin ku sedema sereke ya kêmbûna sotemeniyê, pabendnebûna hikûmeta federal a Iraqê ye. Tevî ku hejmara otomobîlan li Herêma Kurdistanê gelekî zêde ye, Bexda rojane tenê rêjeyeke kêm a sotemeniyê dişîne. Ev yek jî dihêle ku Herêma Kurdistanê xwe bispêre rafîneriyên xwe yên navxweyî yan jî benzînê ji derve haward bike.