DEM Partî: Divê Abdullah Ocalan di pêvajoya çekdanînê de xwedî roleke fermî be
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên DEM Partiyê gotegotên derbarê peywendiyên "veşartî" yên navbera Îmralî û Qendîlê de red kirin û tekez kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê, divê Abdullah Ocalan di komîsyonên şopandinê de xwedî roleke fermî û dezgehî be.
Endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mîthat Sancar û Gultan Kişanak, bi armanca nirxandina pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Şandeyê hemû ew gotegotên ku behsa hebûna "tomanên dengî yên dizekirî" yan jî "lihevkirinên veşartî" yên di navbera Îmralî û Qendîlê de dikin, bi tundî red kirin.
Sancar û Kişanak diyar kirin ku heta niha ti hevdîtineke bi wî rengî çênebûye. Şandeyê destnîşan kir ku ji bo berdewamiya gavan, pêdivî bi vekirina kanalên ragihandinê yên fermî bi Abdullah Ocalan re heye. Herwiha hate xwestin ku Ocalan di komîsyonên şopandin û nirxandinê de bibe xwedî statuyeke fermî.
Di civînê de bang li hikûmetê hat kirin ku biryara azadkirina girtiyên siyasî û nexweş êdî neyê paşxistin û wekî gava baweriyê were avêtin.
Roja 10ê vê mehê, Parlamentoya Tirkiyeyê qanûna çarçoveyê ya taybet bi pêvajoya çareseriyê pesend kir. Ev qanûn bêtir li ser çarenivîsa wan çekdar û alîgirên PKKê ye ku amade ne çekên xwe deynin. Li gorî qanûnê, divê dezgehên ewlehiyê piştrast bikin ku PKK û rêxistinên peywendîdar dawî li çalakiyên xwe anîne û çekên xwe radest kirine daku gavên din werin avêtin.
Hewldanên nû yên ji bo zindîkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê di Cotmeha 2024an de dest pê kirin. Ev yek piştî wê hat ku Serokê MHPê Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku Abdullah Ocalan were parlamentoyê û hilweşandina PKKê ragihîne.
Piştî vê peyamê, di Sibata 2025an de Abdullah Ocalan bangawaziya çekdanînê kir. Di Tîrmeha heman salê de jî, hejmarek gerîlayên PKKê wekî pêngaveke sembolîk çekên xwe şewitandin û ji hinek nuqteyan vekişiyan.