Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna HSD û artêşa Sûriyê ji bo aramiya herêmê werçerxaneke giring e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê pêşwazî li pêvajoya tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo nava artêşa Sûriyê kir û ev pêngav wekî "werçerxaneke giring" a ji bo çespandina aramî û ewlehiya li wî welatî binav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî X (Twitter), kêfxweşiya xwe ya derbarê pêşketinên li Sûriyê anî ziman. Barzanî diyar kir ku cîbicîkirina rêkeftinên navbera HSD û hikûmeta Sûriyê, dê bibe bingehek ji bo xurtkirina asayîşa welat.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola serkirdeyên her du aliyan û got: "Ez bi pêzanîneke mezin li dîtina aqilmendane ya Serokê Sûriyê Ehmed Şera û helwesta wî ya berpirsyarane dinêrim, ku kêşeyan bi rêya diyalog û lihevhatinê çareser dike û Sûriyê ber bi paşerojeke baştir ve dibe. Herwiha, ez bi rêz û hurmet li rol û hewildanên Mezlûm Ebdî dinêrim ku di serxistina vê pêvajoyê de cih girt."

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemû aliyên Kurdî û pêkhateyên Sûriyê kir ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê daku bi ser bikeve. Herwiha tekez kir ku ew li benda encamdana vê pêvajoyê ne bi awayekî ku bibe destpêka qonaxeke nû li Sûriyê, daku tê de mafên hemû welatiyan û pêkhateyan parastî bin.

Barzanî hêvî xwest ku ev pêngav bibe sedema aştî, geşepêdan û xweşguzariya ji bo hemû gelê Sûriyê.

Ev peyama Serokê Herêma Kurdistanê piştî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî hat ku bi fermî bidawîbûna erkê HSDê wekî hêzeke serbixwe ragihandibû û diyar kiribû ku ew derbasî qonaxeke nû ya avakirin û misogerkirina mafên neteweyî dibin.