Iraq: Vekişîna hêzên Hevpeymanan dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Nûman ragihand, vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi hevahengiya hikûmetê dest pê kiriye û ev pêvajo dê heta 30ê Îlona îsal bi dawî bibe.
Sebah Nûman îro 27ê Tebaxa 2026an di civîneke çapemeniyê de aşkere kir, vekişîna hêzên biyanî ji bingehên leşkerî yên Iraqê ketiye qonaxa cîbicîkirinê. Nûman destnîşan kir, ev gava girîng li gorî rêkeftineke profesyonel û bi biryara lîjneya ewlehiyê ya taybet, dûrî her cure astengiyên siyasî pêk tê.
Sebah Nûman diyar kir ku vekişîna hêzan qonax bi qonax berdewam dike û got: "Ev pêvajo dê heta 30ê Îlonê bidawî bibe. Ew roj wekî 'Roja Serweriya Iraqê' û rojeke niştimanî hatiye diyarkirin." Nûman herwiha anî ziman ku Iraq dixwaze têkiliyên xwe yên bi welatên Hevpeymanan re, veguhere têkiliyên dualî yên demdirêj ku tê de berjewendiyên Iraqê werin parastin.
Berdevkê Fermandariyê dilniyayî da welatiyan û tekez kir ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê şiyanên xwe îsbat kirine û dikarin asayîş û serweriya welat bi temamî biparêzin. Nûman bal kişand ser mijara çekan û got: "Ew çekên ku xaka Iraqê ji terorê rizgar kirine, divê êdî tenê di bin sîwana yasayî û şer'î ya dewletê de bimînin."
Di berdewamiya axaftina xwe de, Nûman behsa plana stratejîk a nû kir û diyar kir, ew ê giraniyê bidin ser xebatên îstîxbaratî daku pêşî li her cure hewildanên sûcdarî bigirin berî ku biqewimin. Armanca hikûmetê ew e ku bi hevahengiya di nava hemû dezgehên ewlehiyê de, dawî li "leşkerkirina kolanan" bîne û asayîşa welat bi rêbazên modern biparêze.