Piştî rakirina cezayan, Ehmed Şera bi 'Visa Card'ê pereyê qehweya xwe da

Navenda Nûçeyan (K24) – Sûriye, piştî ku navê wê ji lîsteya welatên "piştgirê terorê" ya Amerîkayê hat derxistin, bi fermî vegeriya nav pergala bankî ya navdewletî. Ev pêngav wekî nîşaneya destpêkirina serdemeke nû ya aborî li wî welatî tê dîtin.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ji bo nîşandana rakirina cezayên Amerîkayê û aktîvbûna sîstema darayî, çû qehwexaneyeke li paytext Şamê. Şera piştî vexwarina qehweya xwe, sîstema peredanê bi rêya karta bankî ya navdewletî "Visa Card" bi serkeftî pêk anî.

Ev çalakiya sembolîk, dawî li qutbûneke giran a darayî anî ku bi salan bû sektora aborî ya Sûriyeyê xitimandibû.

Parêzgarê Banka Navendî ya Sûriyeyê Safwet Reslan ragihand, piştî ku Washngtonê navê Sûriyeyê ji lîsteya piştgirên terorê derxist, hemû astengiyên li ser kompanyayên wekî "Visa Card" û "Mastercard" bi fermî hatine rakirin.

Reslan destnîşan kir, êdî sîstema bankî ya Sûriyeyê ji cîhanê ne qutkirî ye û got: "Welatiyên me êdî dikarin bi hêsanî sûdê ji hemû xizmetguzariyên darayî yên navdewletî wergirin."

Pisporên aborî diyar dikin, aktîvkirina kartên bankî yên navdewletî li Sûriyeyê, dê bibe dergehekî mezin ji bo kişandina veberhênerên biyanî û nûkirina binesaziya bazirganiya derve ya ku di şer de wêran bûbû.

Piştî guherînên siyasî yên li Sûriyeyê ku di dawiya sala 2024an de qewimîn û Ehmed Şera desthilat girt destê xwe, hewildanên ji bo vekirina deriyên Şamê li rûyê cîhanê zêde bûn.