Elî Zeydî li ser êrîşa li Bexdayê: Êrîşên tirsonek me ji sepandina yasayê sar nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî derbarê êrîşa li başûrê Bexdayê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, ev "êrîşên tirsonek" hikûmetê ji sepandina serweriya yasayê sar nake.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî îro 27ê Tebaxa 2026an, li ser êrîşa çekdarî ya ku li herêma Dore ya li başûrê Bexdayê pêk hat, daxuyaniyek weşand. Zeydî diyar kir ku di dema bicihanîna erkê fermî de, du efser û endamên hêzên ewlehiyê ji aliyê "grupên derveyî yasayê" ve hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyên, tîmên xizmetguzariyê yên şaredariyê li herêmên Dore, Kerare û taxa Dîcleyê mijûlî rakirina "serpêçiyan" (avakirinên bêdestûr û binpêkirinên yasayî) bûn. Di wê demê de hêzên ewlehiyê yên ku tîm diparastin, bûn armanca êrîşeke çekdarî.

Di encama êrîşê de, Rêveberê Polîsê Şaredariya Kerxê Emîd Hîşam Mihemed Tela û endamê hêzên ewlehiyê Xalid Ebbas Lefte jiyana xwe ji dest dan. Zeydî sersaxî ji gelê Iraqê û malbatên kesên hatine kuştin re xwast û diyar kir ku ew rewşa tenduristî ya birîndarên êrîşê jî ji nêz ve dişopînin.

Serokwezîr Elî Zeydî ragihand, wî ferman daye hemû dezgehên ewlehiyê ku rêkarên herî tund bigirin ber xwe, herêma bûyerê dorpêç bikin û tawanbaran di demeke herî kurt de bigirin, da ku radestî dadgehê werin kirin.

Zeydî di berdewamiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku parastina rûmeta dewletê û erkdarên wê di serê karên wan de ye û got: "Ev êrîşên tirsonek hikûmetê ji hewildanên sepandina serweriya yasayê û şopandina kesên asayîşa nîştimanî têk didin, sar nake. Di mijara parastina yasayê û karmendên dewletê de em ê ti carî lêborînê nîşan nedin."