Li Hesekê hem nirxê nan bilind bû û hem jî pereyên kevn nayên wergirtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya firinan li bajarê Hesekê nirxê nan bilind kir. Herwiha firinan rênima girtine ku êdî pereyê kevn ê Sûriyeyê qebûl nekin, ev yek jî barê welatiyan girantir dike.
Ragihandina ENKSê îro 27ê Tebaxê belav kir, Rêveberiya firinan nirxê tûrek nanê ji 3500 lîreyî derxist 4000 lîreyên Sûriyeyê.
Hevdem ligel vê bihabûnê, biryareke nû jî hat dayîn ku firinên giştî û taybet êdî pereyê kevn ê Sûriyeyê qebûl nekin û tenê bi dravê nû (banknotên nû) bazirganiyê bikin. Ev biryar di demekê de tê ku pereyê nû di destê welatiyan de pir kêm e û bi hêsanî nayê peydakirin.
Ev zêdekirina nirxê nan di nav şert û mercên giran ên jiyanê de pêk tê. Welatiyê bi navê Mihemed Xalid ji bo malpera ENKSê axivî û nerazîbûna xwe wiha anî ziman: "Li vî welatî her tişt biha dibe, tiştek erzan nabe. Xelk êdî qediya ye û bêzar bûye. Ne xizmetguzarî hene, ne av bi rêkûpêk tê û ne jî elektrîk heye. Niha bi ser de jî nirxê nan bilind dikin."
Mihemed Xalid bal kişand ser pirsgirêka pereyê nû û got: "Ya herî xirab ew e ku me neçar dikin ku em pereyên nû bi kar bînin, lê pereyê nû tune ye. Gava em pereyên nû didin firinê, ew di berdêla 'pereyên lêvegerandin' de dîsa pereyên kevn didin me yan jî heqê me kêm didin. Ev jî dibe sedema ziyaneke ducar ji bo welatiyan."
Bilindbûna nirxê nan û ferzkirina pereyê nû, nîgeraniyên welatiyan zêde kirine. Li gorî daxuyaniyê, li ser firinan çavdêriyeke aktîf nîne û ev yek rê li ber zêdegaviyan vedike. Welatî bang dikin ku saziyên pêwendîdar û rêxistinên mirovî destwerdanê bikin, da ku peydakirina vê pêwîstiya herî bingehîn ji bo malbatan, nebe barekî nepêkan.