Neteweyên Yekgirtî: Hilweşandina HSDê dê aramiyê li Sûriyeyê vegerîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonîo Guterres, biryara hilweşandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û yekbûna wan bi hikûmeta Sûriyeyê re wekî "pêşketineke erênî" nirxand.
Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Guterres, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dewlemendiya civakî ya Sûriyeyê û got: "Ez bawer dikim ku biryara hilweşandina HSDê û yekbûna wan bi hikûmeta Sûriyeyê re pir girîng e. Sûriye welatekî pirpêkhate ye û ev pirrengî dewlemendiya welat e."
Sekreterê Giştî yê NY herwiha got: "Heta ku mafên pêkhateyan werin nasîn, dê welat yekgirtî bimîne. Lewma ev pêngav ji bo yekparçebûna axa Sûriyeyê pêşketineke erênî ye."
Ev daxuyaniya Guterres piştî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî hat. Ebdî, êvara Sêşemê li Koşka Serokatiyê ya li Şamê ragihandibû, erkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe bidawî bûye. Herwiha diyar kiribû ku ew derbasî qonaxeke nû ya avakirin û misogerkirina mafên neteweyî dibin.