Sûriyê derbarê xwendina zimanê Kurdî di dibistanan de biryareke fermî derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bi biryareke fermî qebûl kir ku zimanê Kurdî li herêmên ku Kurd lê dijîn, di dibistanên fermî û taybet de wekî "zimanekî nîştimanî" were xwendin.

Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Ebdulrehman Turko biryara bi jimara 2068/943 îmze kir ku li gorî wê, mafê xwendina bi zimanê Kurdî ji bo xwendekarên Kurd tê dabînkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ev biryar wekî pêngavek ji bo parastina mafên çandî û zimankariyê, xurtkirina yekitiya nîştimanî û parastina nasnameya şaristanî ya Sûriyeyê hatiye girtin.

Hûrgiliyên bernameya xwendinê

Biryara nû ku di çarçoveya qanûna jimara 13 ya sala 2026an de derçûye, van xalan li xwe digire:

- Zimanê Kurdî dê li herêmên ku nifûsa Kurd lê zêde ye, di hemû qonaxên xwendinê de (seretayî, navendî û amadehî) wekî beşeke sereke ya bernameyê were xwendin.

- Her hefteyekê dê 3 saet dersên zimanê Kurdî werin dayîn. Numreya vê dersê dê mîna dersên Erebî û Îngilîzî, di nav numreya giştî ya dawiya salê de were hesabkirin. Her wiha saetek jî ji bo "çalakiyên bi Kurdî" hatiye veqetandin.

- Di sala yekem a bicihanîna vê biryarê de (sala derbasbûnê), maf tê dayîn ku xwendekar dersên mîna dîrok, cografya û felsefeyê bi zimanê Erebî yan jî bi zimanê Kurdî hilbijêrin.

- Navenda Nîştimanî ya Geşepêdana Bernameyan hat erkdarkirin kirin ku pirtûkên Kurdî li ser bingehekî zanistî û pedagogojî amade bike.

Dabînkirina mamosteyan

Wezareta Perwerdeyê ji bo perwerdekirina mamosteyan jî pîverên taybet diyar kirin. Divê mamosteyên ku dê dersa Kurdî bidin, xwediyê bawernameyên zanîngehê yan jî yên peymangehên mamosteyan bin û di zimanê Kurdî de pispor bin.

Herwiha hat ragihandin ku dê ji bo kalîteya perwerdeyê, ji bo namzedên mamostetiyê ezmûnên nivîskî û devkî werin kirin. Di rewşên pêwîst û awarte de, kesên ku mezûnên amadehiyê ne lê zimanê Kurdî baş dizanin jî dikarin werin erkdarkirin.

Ev biryar ji roja 27ê Tebaxa 2026an ve ketiye warê cibicîkirinê û ji bo hemû rêveberiyên perwerdeyê yên li parêzgehên Sûriyeyê hatiye şandin da ku yekser dest bi amadekariyan bikin.