Mezlûm Ebdî bû şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, bi biryarnameyeke fermî Mistefa Xelîl Ebdî (Mezlûm Ebdî) wekî şêwirmendê Serokatiya Komarê erkdar kir.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, biryarnameya serokatiyê ya bi jimara 164 a sala 2026an derxist. Li gorî vê biryarê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ê berê, Mistefa Xelîl Ebdî ku bi navê Mezlûm Ebdî tê naskirin, wekî şêwirmend di Serokatiya Komara Sûriyeyê de hat destnîşankirin.

Di deqa biryarnameyê de hat diyarkirin ku ev biryar li ser bingeha hukmên "Ragihandina Destûrî" ya welat hatiye girtin.

Ev biryara Serokê Sûriyeyê piştî wê hat, pêngaveke Mezlûm Ebdî roja Sêşemê 25ê Tebaxa 2026an, li paytext Şamê bi fermî ragihandibû ku erka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bidawî bûye û wekî pêkhateyeke leşkerî ya serbixwe hatiye hilweşandin.