DEM Partî: Divê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bo Tirkiyeyê werin vexwendin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bang li Serokê Meclisa Tirkiyeyê kir û got: "Çima Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî nayên Tirkiyeyê? Divê werin vexwendin û têkiliyên dostanê werin pêşxistin."

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, îro 28ê Tebaxa 2026an di civîneke çapemeniyê de encamên civîna Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya partiya xwe aşkere kirin. Dogan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê.

Dogan bang li Serokê Meclisa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir û xwest ku derî ji bo diyaloga bi Kurdên Sûriyeyê re were vekirin. Herwiha got: "Divê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed werin Tirkiyeyê. Em wekî DEM Partî vê bangê dikin. Îlham Ehmed ku dibe ku di demeke nêz de bibe endama parlamena Sûriyeyê, çima ji aliyê Serokê Meclisê ve nayê vexwendin? Çima têkiliyên dostanê nayên pêşxistin?"

Dogan derbarê biryara hilweşandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û yekbûna wan bi hikûmeta Şamê re axivî û ev yek wekî "derbasbûna sînorê herî krîtik" binav kir. Dogan got: "Heke Tirkiye karibe aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne, ev ê bibe modelek ji bo tevahiya Rojhilata Navîn. Em hemû kesên ku di vê pêngava dîrokî ya li Sûriyeyê de ked dane pîroz dikin."

Berdevka DEM Partiyê tekez kir ku ji bo serkeftina pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk", divê mercên Abdullah Ocalan werin sererastkirin. Herwiha: "Divê birêz Ocalan bigihe wan îmkanan ku karibe berpirsyariya xwe ya dîrokî bicih bîne. Ev ne tenê ji bo bêçekkirinê, lê ji bo ku tifaqa dîrokî ya Kurd û Tirkan bibe mayinde, xaleke pir krîtik e."

Li ser gotegotên derbarê "notên hevdîtinê" yên ku di medyayê de hatine belavkirin, Dogan diyar kir ku ew ne rast in û ji bo pêşîgirtina li provokasyonan bang kir ku deriyên Îmraliyê ji bo çapemeniyê werin vekirin: "Divê êdî rojnamevan karibin pirsên xwe rasterast ji birêz Ocalan bipirsin. Bi vî awayî hem hewildanên provokatîf kêm dibin, hem jî raya giştî tê agahdarkirin. Ji ber ku heyeta me hîn neçûye Îmraliyê, em tenê dikarin şiroveyan bikin. Divê şirove li ser bingeha lêgerîna aştiyê werin kirin."

Dogan di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê pêvajoya avakirina aştiyê ne tenê di asta burokratîk de bimîne, lê divê civak û rêxistinên sivîl jî di nav komîsyonên çareseriyê de cih bigirin.