Îranê ji Amerîkayê re: Zext li ser me encamê nade

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî ragihand, vegera li ser rêya dîplomasiyê pêkan e, lê ev yek bi wê ve girêdayî ye ku Amerîka fêm bike ku siyaseta zextê li dijî Tehranê bê feyde ye.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî, li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" ragihand, dîplomasî hîn jî bijardeyek e û got: "Vegerandina dîplomasiyê ser rêya wê ya rastîn ne tiştekî nepêkan e. Lê belê ev mijar bi wê ve girêdayî ye ku Amerîka rasteqîniyeke hêsan fêm bike; ew jî ew e ku zextên li ser Îranê kar nakin û tu encamê nadin."

Ev daxuyaniya Araqçî piştî rojekê ji hevdîtina wî ya ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qatarê, Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî hat. Berpirsê Qatarî bi armanca vejandina dîplomasiya ku ev çend hefte ne rawestiyaye, serdana Tehranê kiribû. Qatar di navbera Îran û Amerîkayê de wekî navbeynkarekî sereke tê naskirin.

Aloziyên li Rojhilata Navîn di dawiya meha Sibata borî de piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê gihîştibûn asta herî bilind. Tehranê di bersiva van êrîşan de, hevpeymanên herêmî yên Washingtonê armanc girtibûn û Tengava Hurmizê ya stratejîk ku ji bo veguhestina petrolê ya cîhanê pir giring e, girtibû.