Trump: Îran naxwaze em careke din li wan bidin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, Tengava Hurmizê niha di bin kontrola wan de ye û Îran ji tirsa êrîşên Amerîkayê paşde gav avêtiye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê ligel malpera "Axios"ê de got: "Rewş bi kurtasî ev e: Îranî naxwazin em careke din li wan bidin. Tevahiya naveroka mijarê ev e û tiştên din ne girîng in."
Berpirsên Amerîkayê jî di wê baweriyê de ne ku aramkirina Tengava Hurmizê "xala werçerxanê" ye di şer de. Li gorî Washingtonê, ev yek ne tenê aramiya aboriya cîhanê vedigerîne, lê dibe ku rê li ber rêkeftineke nû û baştir ligel Tehranê veke.
Li gorî zanyariyên ku Axiosê ji du berpirsên Îsraîlî wergirtine, plana girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Fermandarê berê yê Hêza Deryayî ya Supayê Pasdarên Îranê Elîreza Tengsîrî ve hatibû dayîn.
Hat aşkerekirin ku Tengsîrî di "pişt perdeyê" de ferman dabû ku mînên deryayî li rêyên sereke yên keştivaniya navdewletî werin belavkirin. Ev plana Tengsîrî rewş pir aloz kiribû û metirsî li ser bazirganiya nefta cîhanê çêkiribû.
Lê belê plana Tengsîrî zêde neçû serî. Sê hefte piştî dayîna wê fermana nehênî, Elîreza Tengsîrî di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de li bajarê Bender Ebbas ê Îranê hat kuştin.