Li Siweydayê şer derket û komên çekdar rê li ber xwendekaran girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Siweydayê yê başûrê Sûriyeyê, di encama pevçûnên çekdarî de du berpirsên "Pasdarên Niştimanî" birîndar bûn. Hevdem komên çekdar rê li ber xwendekaran girtin ku neçin ezmûnên xwe.

Rewşa ewlehiyê li bajarê Siweydayê careke din aloz bûye. Li gorî tora “Suwayda 24”, li navenda bajêr di navbera komên çekdar de şerekî giran rû daye.

Di encama şer de, du berpirsên payebilind ên Ofîsa Ewlehiyê ya komên "Pasdarên Niştimanî" yên ser bi serkirdeyê Diruzî Hikmet Hicrî ve, birîndar bûne. 

Heman çavkaniyan dan zanîn ku komên ser bi "Pasdarên Niştimanî" ve, rê li ber xwendekaran girtine û nehêlane xwendekar herin navendên ezmûnan da ku ezmûnên xwe bikin. 

Hat ragihandin ku armanca vê xala kontrolê ya ewlehiyê ew e ku rê li ber xwendekarên bawernameyên navendî (pola 9an) û amadehiyê (pola 12an) bigire, da ku neçin navendên ezmûnan ên li gundewarê bakur, ku ev herêm di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de ye. 

Lê belê hejmareke mezin ya xwendekaran û malbatên wan li "Çerxerêya Stadyûmê" kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan. Xwendekar tekez dikin ku tevî hemû astengî û pevçûnan, ew ê herin ezmûnên xwe û paşeroja xwe nekin qurbana şerê komên çekdar.

Ev ezmûn îro 29ê Tebaxê wekî xula awarte' dest pê bikin. Ev yek jî li gorî mersûma bi jimara 163 a sala 2026an, ji bo xwendekarên parêzgeha Siweydayê hatibû dayîn.