Neîm Qasim rêkeftina bi Îsraîlê re red kir: 'Hizbullah xwe radest nake'
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Neîm Qasim, rêkeftina çarçove ya bi Îsraîlê re red kir û ragihand, ew ê çekên xwe daneynin û xwe radestî Îsraîlê nekin.
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim îro 29ê Tebaxa 2026an got: "Em li dijî rêkeftina çarçove ne û daxwaza betalkirina wê dikin. Ev rêkeftin neyasayî ye û sivkayetiyek e li hemberî gelê me. Ev peyman serweriya Libnanê jinav dibe û mafên me li me venagerîne."
Qasim herwiha diyar kir, ew li dijî "navçeyên ceribandinê" û "komîteyên lêkolînê" yên ji bo bêçekkirina Hizbullahê ne û got: "Ev tişt li derveyî qanûn û lihevkirina niştimanî ya Libnanê ne."
Rêkeftina Çarçove di 26ê Hezîrana 2026an de, piştî pênc gerên danûstandinan bi serperiştiya Amerîkayê hatibû îmzekirin. Li gorî rêkeftinê, divê Hizbullah çekên xwe deyne, artêşa Îsraîlê qonax bi qonax ji başûrê Libnanê vekişe û artêşa Libnanê li wan herêman were bicîhkirin. Lê belê Hizbullah van mercan wekî "xweradestkirinê" dibîne.
Şerê li herêmê di 2ê Adara 2026an de dest pê kir. Piştî ku Rêberê Îranê Elî Xameneyî di êrîşeke Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin, Hizbullahê mûşek avêtin Îsraîlê û şer derbasî nav axa Libnanê bû.
Li gorî amarên hikûmeta Libnanê, ji ber êrîşên esmanî û bejayî yên Îsraîlê heta niha zêdetirî 4300 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Her çend piştî lihevkirina Amerîka û Îranê ya di meha Hezîranê de tundiya şer kêm bûbû jî, Îsraîlê di van rojên dawî de êrîşên xwe yên li ser Nebetiyeyê û bilindahiyên Elî Tahir zêde kirine.
Tevî ku Hizbullahê ev du meh in ti çalakiyên leşkerî li dijî Îsraîlê ranegihandine, Neîm Qasim peyama berxwedanê da û got: "Divê em hinekî din bisekinin, da ku diyar bibe ka kî serketiye û kî têk çûye. Tiştê ku çareseriya wê nîn e ew e ku em xweradest nakin; em ê her dem serbilind bimînin."