Donald Trump: Me dest danî ser %20ê petrola Venezueleyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, wan kontrola nêzîkî %20ê yedekên petrola Venezueleyê girtiye destê xwe. Trump armanc dike ku bi rêya petrola Venezueleyê, nirxê sotemeniyê li Amerîkayê daxîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro 29ê Tebaxa 2026an, bi daxuyaniyekê aşkere kir, wan dest bi kampanyayekê kiriye da ku sektora enerjiyê ya Venezueleyê nû bikin û kontrol bikin. Trump diyar kir, Amerîkayê bi hevkariya sektora taybet, mafê kontrolkirina zêdetirî 65 milyar bermîl petrola Venezueleyê bidest xistiye.

Trump li ser platforma "Truth Social" hûrgiliyên pêngavê parve kirin û got: "Bi ferman û rênimayên min, Wezîrê Derve Marco Rubio û Wezîrê Ceng Pete Hegseth ligel Seroka Demkî ya Venezueleyê Delcy Rodriguez li hev kirine. Me karî em kontrola %20ê yedekên petrola Venezueleyê, zêdetirî 65 milyar bermîl, bigirin destê xwe, bêyî ku ti lêçûnekê bixe ser milê bacderên Amerîkî."

Ev rêkeftin rê dide kompanyayên Amerîkî ku ji bo demeke dirêj kar di zeviyên petrola Venezueleyê de bikin û petrola xav rasterast bo Amerîkayê veguhêzin.

Ev pêngava aborî û stratejîk, encama operasyoneke leşkerî ya berfireh e. Di 3ê Berçileya 2026an de, bi fermana rasterast a Donald Trump, hêzên taybet ên Amerîkayê bi piştgiriya firokeyên şer paytexta Venezueleyê bombebaran kiribûn. Di wê operasyonê de serokê berê yê Venezueleyê Nicolas Maduro û malbata wî hatibûn girtin.

Trump derbarê girtina Maduro de gotibû: "Me dawî li dîktatoriya Maduro anî. Ew niha li New Yorkê bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir tê darizandin."

Piştî girtina Maduro, Dadgeha Bilind a Venezueleyê Delcy Rodriguez wekî seroka demkî ya welat erkdar kiribû. Hikûmeta nû ya Venezueleyê niha bi hevahengiya Washingtonê hewl dide binesaziya welat û sektora petrolê ya ku di nav krîzê de bû, ji nû ve ava bike.