Berpirsekî Îranî: Em zêdetirî 1000 cure çek û teqemeniyan berhema tînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Îranê ragihand, welatê wî ji bo egera her şerekî amadekarî kiriye û diyar kir ku ew ê di qada şer de çekên nû yên ku dijmin "şok" dikin, aşkere bikin.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê Reza Talaei-Nik ji ajansa nûçeyan a "IRNA"yê re ragihand, pîşesaziya berevaniyê ya Îranê beriya şer yedekeke stratejîk a çek û cebilxaneyan amade kiriye. Herwiha tekez kir, li ser bingeha prensîba "şokkirinê", wan komek çek û taktîkên nû amade kirine ku dê tenê di qada şer de werin eşkere kirin.
Berpirsê Îranî got: "Dijmin pêşbînî dikir ku di rojên destpêkê de şiyanên me yên serbazî, aborî û civakî hilweşin, lê berevajiya wê rû da û xweragiriya Îranê pêngava herî mezin a neçaverêkirî ya şer bû."
Berdevkê Wezareta Berevaniyê aşkere kir, piştî 'Şerê 12 Rojan' berhemanîna çekan li Îranê zêdetirî du qat zêde bûye û da zanîn ku niha Îran zêdetirî 1000 cure çek û cebilxaneyan hildiberîne. Her wiha destnîşan kir, rêjeya xwebeserkirina di warê parastinê de %90 derbas kiriye û toreke berfireh a ji 9 hezar û 300 kompanîyên navxweyî piştgiriya pîşesaziya parastinê ya welat dikin.
Talaei-Nik her wiha anî ziman ku Îran ber bi pêşengiya cîhanî ve diçe di warên moşekên dûrhavêj, mûşekên kruz û dronan de û hinardekirina çekan jî dê berdewam bike.
Di daxuyaniya xwe de, Talaei-Nik bal kişand ser wê yekê ku di du salên borî de hikûmeta Mesûd Pizîşkiyan bi rewşeke gelekî hestiyar re rûbirû maye, ku tê de du şer û gefên ewlehiyê yên mezin hebûn. Herwiha diyar kir ku dersên ji "Şerê 12 Rojan" hatine girtin û bihêzkirina sîstema dijî-dronan, bûye sedem ku di şerê piştî wê de zirarên wezareta wan kêm bibin.