Reber Ehmed: Bi Bexda û hevpeymanan re kar ji bo rawestandina êrîşên li ser Kurdistanê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragihand, tevî peywendiyên baş ligel Bexdayê, êrîşên bi dron û moşekan cihê nîgeraniyê ne. Derbarê alîkariyên Amerîkayê ji bo Pêşmerge de jî dilniyazî da ku ti biryareke dawî ji bo birîna wan nehatiye dan. Her weha diyar kir ku ew li bendê ne pergala "ASYCUDA" di Encûmena Wezîran a Fedral de bê pejirandin.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed29ê Tebaxa 2026an, di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de ronahî xist ser çend pirsên giring ên peywendîdar bi rewşa ewlehiyê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, alîkariyên Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmerge û cîbicîkirina pergala "ASYCUDA" li deriyên sînorî.
Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsa êrîşên bi dronan
Wezîrê Navxwe tekez kir, peywendiyeke berdewam û li ser hemû astan di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fedral de heye. Herwiha got jî: "Li ser asta her du serokwezîran, wezîran û lijneyên hevbeş, peywendiyeke me ya ewlehiyê ya baş heye, lê tiştê cihê nîgeraniyê ye, ew êrîşên bi dron û moşekan ne ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin."
Rêber Ehmed diyar kir, danûstandinên berdewam ligel Bexdayê û hêzên hevpeymanan hene, ji bo danîna sînorekî ji van êrîşan re û bilindkirina karîna bergiriya Herêma Kurdistanê, ji ber ku wekî wî bixwe jî destnîşan kir, ew êrîş bandoreke nerênî li ser jiyana welatiyan û aramiya navçeyê dikin.
Berdewamiya alîkariyên Amerîkayê bo Pêşmerge
Derbarê gotegotên rawestandina alîkariyên Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge de, Rêber Ehmed ronî kir ku guftûgo di navbera şandeyên Wezareta Pêşmerge û berpirsên Pentagonê de li Hewlêr û Amerîkayê berdewam in.
Wezîrê Navxwe dilniyayî da û got: "Heta niha ti biryareke dawî bo birîna van alîkariyan nehatiye dan, em bi hêvî ne alîkariyên leşkerî, darayî û kargêrî yên Amerîkayê bo Pêşmerge berdewam bin, ji ber ku hîn Herêma Kurdistanê ji Iraqê zêdetir pêwîstiya wê bi van alîkariyan heye."
Cîbicîkirina sîstema ASYCUDAyê
Di beşeke din a axaftina xwe de, Wezîrê Navxwe ronahî xiste ser pirsa dîjîtalkirina gumrikan û cîbicîkirina sîstema ASYCUDAyê. Di vê derbarê de ragihand: "Di Encûmena Wezîran a Aborî ya Iraqê de, em li ser çendîn xalan li hev hatine û niha tenê li bendê biryara dawî ya Encûmena Wezîran a Fedral in bo pesendkirina wê, em bi hêvî ne di nêzîktirîn dem de biryar li ser bê dan."
Serweriya yasayê û bûyerên gundê Girdereşeyê
Di bersiva pirsyarekê de derbarê wan aloziyên ku li gundê Girdereşeyê çêbûbûn, Rêber Ehmed got: "Hejmareke kesan dixwestin li wê navçeyê tevlîheviyê çêbikin û tewra hewl dan kesên tevlîhevker ji nav Hewlêrê bibin derve. Ji ber wê hêzên ewlehiyê rûbirûyî wan bûn û hejmareke wan hatine girtin."
Tekezî jî li ser wê yekê kir ku yasa serwer e û got: "Ji bo me ne girîng e ew kesên ku yasayê binpê dikin ser bi çi aliyekî fermî ne, ma Pêşmerge ne, ser bi dezgeheke din in an welatiyên sivîl in; her kesê ku rûbirûyî hêzên ewlehiyê bibe û yasayê binpê bike, dê radestî dadgehê bê kirin û li gorî yasayê serederî ligel bê kirin, ew kes jî niha rûbirûyî yasayê hatine kirin."