Hadî Amirî: Ti pevçûn di navbera dewletê û eniya berxwedanê de çênabe
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê, piştrast dike ku bi ti awayî pevçûn di navbera saziyên dewletê û hêzên berxwedana îslamî de çênabe.
Hadî Amirî di gotarekê de diyar kir: "Ez dilniyabûnê didim hemûyan ku bi ti awayî pevçûn di navbera dewletê û eniya berxwedanê de çênabe."
Herwiha got: "Dosyeya têkoşîna li dijî gendeliyê û gendelkaran, biryarek e ku Çarçoveya Hevahengiyê li ser li hev kiriye û em spasiya serokwezîr dikin û piştgiriya temam didinê."
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê bal kişand ser wê yekê ku birêxistinkirina çekan, armanceke niştimanî, destûrî û şer'î ye, her wiha bingeh e ji bo avakirina dewleteke bihêz ku karibe Iraqê, ewlehî, serwerî û kerameta welat biparêze.
Hadi Amirî bal kişand ser wê yekê ku proseya birêxistinkirina çekan, ne biryareke derve ye, belkî bi temamî biryareke Iraqî ya niştimanî ye.