Komeleya Osman Sebrî li Şamê xwendekarên serkeftî xelat kirin

Şam (K24) – Komeleya Osman Sebrî ya Çand û Kelepûrê, li taxa Wadî El-Meşarî ya paytexta Sûriyê, Şamê, merasîmeke taybet ji bo xelatkirina xwendekarên serkeftî lidar xist û bang li ciwanan kir ku beşdarî kursên zimanê kurdî bibin.

Merasîm di bin sîwana Komeleya Osman Sebrî de bi beşdariya xwendekar, malbat û kesayetên çandî birêve çû. Di çalakiyê de xwendekarên ku di ezmûnên refa 9an (Lîse) û 12an (Bekelorya) de serkeftin bidest xistine, hatin xelatkirin.

Endama Kargêriya Komeleya Osman Sebrî, Meryem Îbrahîm, derbarê merasîmê de ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Îro li komeleya me festîval heye. Em xelatên xwendekarên lîse, bekelorya û herwiha mamosteyên zimanê kurdî didin. Roja me gelekî şahî û xweş e; gelek xwendekar û malbatên wan beşdar bûne."

Yek ji armancên sereke yên merasîmê, bihêzkirina nasnameya çandî û parastina kelepûrê Kurdî bû. Komeleyê ragihand ku deriyê qeydkirinê ji bo kesên dixwazin zimanê kurdî fêr bibin vekirî ye. 

Endamê kargêriya komeleyê Ebdulla Îsa jî bal kişand ser girîngiya xwendinê û diyar kir ku armanca wan handan û teşvîqkirina xwendekaran e da ku di paşerojê de xizmeta gelê Kurd û Sûriyê bikin. Îsa got: "Em hêvî dikin ku ev xwendekar di paşerojê de bibin stûnên zanistê û her dem di asta herî bilind de bin."

Muzîkjen Mehmûd Xelîl jî bi hunera xwe reng da merasîmê û serkeftina xwendekaran pîroz kir. Merasîm bi muzîk, dîlan û şahiya malbatan bi dawî bû, ku ev yek wekî pêngaveke girîng a çandî li Şamê hat nirxandin.