Supaya Pasdaran êrişa li ser Girava Larkê piştrast kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê piştrast kir, hêzên Amerîkayê êrişî Girava Larkê ya li Kendavê kiriye û ragihand, di encamê de kuştî û birîndarên wan hene. Îranê gefa "tolhildaneke dijwar" li Amerîkayê xwar.
Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamî ya Îranê di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên Amerîkayê şeva borî di "gaveke êrişkarane" de êrişî Girava Larkê ya nêzîkî Tengava Hurmuzê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, di encama vê bombebaranê de hejmarek çekdarên ser bi Supaya Pasdaran û çend welatiyên sivîl ên li wê navçeyê hatine kuştin û birîndar kirin.
Supaya Pasdaran ev êriş wekî "nîşaneya şikesta Washingtonê di çareserkirina krîzên xwe yên navxweyî de" û "windakirina pêgeha wê ya li herêmê" pênase kir. Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku ev destdirêjî ji aliyê "zarokên Îranê" ve bê bersiv namîne û dê di demeke nêz de "sizayeke tund" li benda êrişkaran be.
Ji aliyê din ve, malpera nûçeyan a "Axios" a Amerîkî li ser zimanê berpirsekî pilebilind ê welatê xwe ragihand, hêzên Amerîkayê di êrişeke asmanî de, du platformên mûşekî yên Îranê li Girava Larkê ya li Kendavê kirine armanc û ew bi temamî jinav birine.
Li gorî daxuyaniya berpirsê Amerîkî, Supaya Pasdaran amadekarî dikir ku bi mûşekên deryayî biavêje Tengava Hurmuzê. Amerîkayê ji bo rêgirtina li çandina mînan û parastina hatûçûna keştiyên bazirganî, ew platformên mûşekan kirine armanc û rûxandine.