Trump: Îran nabe xwedî çekên atomî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê tekez kir, ew rê nade Îran bibe xwediya çekên atomî. Trump ew jî aşkere kir ku welatê wî kontrola temam a Tengava Hurmizê di dest de ye. 

Donald Trump îro 31ê Tebaxa 2026an, ji 'Fox News' re ragihand: "Nabe rê bê dan ku Îran bibe xwediya çekên atomî û wê ti carî nebe xwediya wan." 

Her wiha diyar kir, eger destê Îranê bigihîje wî çekî, Rojhilata Navîn dê rûbirûyî metirsiya tunebûnê bibe û Îsraîl, Amerîka an Ewrûpa dê rûbirûyî metirsiya rastrast bibin. 

Serokê Amerîkayê her wiha got, pêwîst bû welatê wî destwerdanê li Rojhilata Navîn bike, da ku rê li Îranê bigire çekên atomî li dijî Îsraîl, welatên herêmê û belkî li dijî Amerîkayê jî bikar bîne. 

Trump derbarê rewşa Tengava Hurmuzê de, ragihand ku hêzên Amerîkayê bi hevkariya welatên din "serkeftineke mezin" bi dest xistine. Wî got: "Me hema bêje kontrola tam a tengavê kiriye û hemû mînên deryayî yên ku Îranê çandibûn, hatine paqij kirin.

Di beşeke din a axaftina xwe de ragihand, li gorî texmîna wî, Îran ji ber dorpêçkirina benderên xwe û zextên darayî yên Amerîkayê bûye "dewleteke têkçûyî." 

Donald Trump behsa wê yekê jî kir ku girava Xargê ya Îranê dê bi temamî wêran bibe û bibe bermahî, bêyî ku hûrgiliyên zêdetir derbarê mebesta xwe an siruşta wan bûyerên ku li wê giravê rû didin bide xuyakirin.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Darayî yê Amerîkayê Scott Bessent ji Reutersê re ragihand, Washington plan dike ku heftane cezayên din yên zêdetir li ser Îranê ferz bike û tedbîrên nû jî dê bi hedefgirtina bankan dest pê bikin. 

Bessent diyar kir, Amerîka dê ji bankan re ragihîne ku destûr ji b xwedîderketina li dravê Îranî û alîkarîkirina wî welatî nayê dayîn, herwiha bal kişand ser ku ambargoya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê bûye sedema kêmkirina hawardekirina petrola Îranê ji aliyê Çînê ve.