Hejmara qurbaniyên lehiya Nepalê bilind bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên Nepal û Çînê amarên herî dawî yên qurbaniyên wê lehiya wêranker belav kirin ku hefteya borî deverên sînorî yên her du welatan girtibû. Li gorî amarên fermî yên herî dawî, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane li her du welatan gihîştiye 919 kesan. 

Komîteya Neteweyî ya Birêvebirina Mêtirsiyên Karesatan li Nepalê ragihand, tenê li wî welatî 903 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 247 kesên din jî winda ne. 

Her wiha li aliyê sînor ê welatê Çînê, hikûmeta Pekînê canjidestdana 16 kesan û windabûna 546 kesên din ragihandiye, bi vê yekê hejmara giştî ya kesên windabûyî li her du aliyên sînor gihîştiye 4 hezar û 793 kesan.

Yek ji encamên herî xeternak ên vê lehiyê, asbûna karkeran li santralên enerjiyê ye. Lijneya Birêvebirina Karesatan li Nepalê aşkere kir ku 933 karker di nav şeş projeyên cuda yên hilberîna enerjiya hîdroelektrîkê de mehsûr bûne. 

Ji aliyê xwe ve, Yekîtiya Hilberînerên Serbixwe yên Enerjiyê (IPPAN) bal kişandiye ser wê yekê ku dibe ku hejmara wan karkerên ku di 11 projeyên cuda de winda bûne an asê mane, ji 930 kesan zêdetir be. 

Pêla lehiyê sibaha roja Çarşema borî piştî wê dest pê kir ku ji ber erdhejekê, parçeyekî mezin ê berf û cemadê ji aliyê Çînê ve ber bi çemê Bhote Koshi li Nepalê herifî. Ev yek jî bû sedema çêbûna herî, lîtik, keviran û bermahiyên cihêreng ku di nav geliyên çiyayî re gihîştin çeman û wêraniyeke berfireh li deverê çêkir.