Amerîka cezayên nû li ser Îranê disepîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê ragihand, Washington heftane cezayên nû li ser Îranê ferz dike û Trump jî tekez dike ku welatê wî kontrola tevahî ya Geroya Hurmuzê di dest de ye û rê nade Tehran bibe xwediyê çekên nukleerî. 

Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ji Reutersê re ragihand, plana Washingtonê heye heftane cezayên nû ên zêdetir li ser Îranê ferz bike û tedbîrên nû jî bi armancgirtina bankan dest pê dikin. 

Bessent diyar kir, Amerîka ji bankan re radigihîne ku xwedîtiya diravê Îranî û alîkariya wî welatî qedexe ye, û destnîşan kir ku dorpêça Amerîkayê li ser benderên Îranê bûye sedema kêmkirina hawardekirina petrola Îranê ji aliyê Çînê ve. 

Li hember wê û di daxuyaniyeke din de, Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ji 'Fox News'ê re ragihand, nabe rê bê dan Îran bibe xwediyê çekên nukleerî û di ti rewşê de nabe xwediyê wê. Diyar jî kir, eger destê Îranê bigihe wî çekî, Rojhilata Navîn dê rûbirûyî xetereya tunebûnê bibe û Îsraîl, Amerîka û Ewrûpa dê rûbirûyî xetereya rasterast bibin. 

Serokê Amerîkayê her wiha got, pêwîst bû welatê wî destwerdanê di Rojhilata Navîn de bike, da ku rê li Îranê bigire çekên nukleerî dijî Îsraîl, welatên herêmê û belkî dijî Amerîkayê jî bi kar bîne. 

Derbarê Tengava Hurmizê de, Trump ragihand, tenê bi serkeftina di şer de, wan hema hema kontrola tevahî ya Tengava Hurmizê kiriye, û tekez kir ku hêzên wan bi alîkariya welatên din, hemû mînên di wê tengavê de paqij kirine.