Tevî astengiyan jî, xwendina kurdî li Kerkûkê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê bi çendîn pirsgirêk û kêmasiyan, dest bi sala nû ya perwerdeyê dike. Di heman demê de, rêveber û mamoste piştrastiyê didin ku dê proseyê bi ser bixin. 

Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê Kameran Elî ji Kurdistan24ê re ragihand, ji bilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Perwerdeyê, ti aliyekî din ê fermî li Kerkûk û Iraqê alîkariya wan nake. Herwiha got jî: "Di gaveke nû de, me hezar mamoste bi girêbest wergirtine." 

Derbarê pirsgirêka binesaziya perwerdeyê de Kameran Elî diyar kir, zêdetirî 100 dibistanan pêdiviya wan bi nûjenkirinê heye û 40 dibistanên din jî pêdiviya wan bi zêdekirina polên xwêndinê heye. 

Herwiha tekez kir ku çendîn caran daxwazên xwe anîne ber destê hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê, lê daxwazên wan bê encam bûne û ti bersivek wernegirtine. 

Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê behsa wê yekê jî kir ku tenê hejmareke rêxistinan, bi taybetî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çend dibistan ji wan re nûjen kirine. Eger na jî, piştî 16ê Cotmehê ve jî ti dibistana nû ji bo perwerdeya kurdî li Kerkûkê nehatiye avakirin. Niha li 30 dibistanên perwerdeya kurdî sê dewam tên kirin û pêdiviyên wan bi temamî kevn û bêkêr bûne. 

Tevî van astengiyan, Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê piştrast kir ku wek salên borî, dê proseyê bi ser bixin û li ser asta Iraqê di rêzên yekem û pêş de bimînin. 

Kameran Elî aşkere kir, îsal 1,200 xwendakar ji perwerdeya erebî derbasî perwerdeya kurdî bûne û berdewam xwendakarên nû xwe tomar dikin. Herwiha got jî: "Heta niha zêdetirî milyonek pirtûk ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve gihîştine destên me." Tê pêşbînîkirin ku di çend rojên bê de, bi beşdarbûna nêzîkî 100 hezar xwendakar û 8 hezar û 200 mamosteyan, li 558 dibistanên perwerdeya kurdî li Kerkûkê, sala nû ya perwerdeyê dest pê bike. 

Li gorî amaran, 141,322 xwendakarên kurd li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li 738 dibistanan û di bin çavdêriya 15,943 mamoste û fermanberan de, mijûlî perwerdeya kurdî ne.