Li Iraqê dest bi ser 7 milyar dînar û 5.5 milyon dolar hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Lêkolînên Tawanan a Rûbirûbûna Gendeliyê li Iraqê, desteserkirina 7 milyar dînar, 5.5 milyon dolar û 35 milkên tawanbarekî ku bi "sipîkirina pereyan" tê tohmetbarkirin, ragihand.

Dadwerê lêkolînê yê Dadgeha Tawanan a Rûbirûbûna Gendeliyê îro 31ê Tebaxê aşkere kir, di çarçoveya lêpirsînên gendeliya darayî de, dest danîne ser berekî zêde yê pereyên kaş, xanî û otomobîlên biha yên tawanbar "Elaa Muhsîn Xelef".

Tawanbarê desteserkirî Elaa Muhsîn Xelef, rêveberê nivîsgeha berpirsê bilind ê Iraqî Ednan Cumeylî bûye. Li gorî zanyariyên dadgehê, bi rêya şopandina tevgerên darayî, wan karibûye 7 milyar dînarê Iraqî û 5 milyon û 500 hezar dolarê Amerîkî vegerînin bo xezîneya dewletê.

Herwiha dadgehê biryar da ku dest were danîn ser 35 xanî û milkan û 6 otomobîlên ku li ser navê tawanbar hatine tomarkirin. Rayedarên dadwerî destnîşan kirin ku xebatên wan ji bo dîtin û vegerandina hemû serwet û samanên nasyasayî yên ku bi rêya gendeliyê hatine bidestxistin, berdewam dikin.

Dosyeya Ednan Cumeylî, Brîkarê Wezareta Petrolê bo Karûbarên Parzûnkirinê, ev du meh in berdewam dike. Ev dosye gelek parlamenter û berpirsên pilebilind li xwe digire ku di çarçoveya operasyoneke berfireh a bi navê "Operasyona Berbangê" de li navçeya Kesk a Bexdayê hatibûn girtin.

Di encama lêgerînên li mal û zeviyên siyasetmedar û berpirsan de, bi milyaran dînar, milyonan dolar û berekî mezin yê zêr hatine desteserkirin. Ev hemle beşek e ji plana Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ya ji bo rûbirûbûna gendeliyê û paqijkirina saziyên dewletê.