Trump: Em ê bi tundî li Îranê bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyên xwe yên nû de êrişî rayedarên Îranê kir û ragihand, welatê wî bi tundî li Îranê dixe. Trump destnîşan kir, Tehran "dewleteke hilweşiyayî ye" û Amerîka ji nêz ve çavdêriya rewşê dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din tekez kir, ew ê bi ti awayî rê nedin Îran bibe xwediyê çekên nukleerî. Trump diyar kir ku Îran di rewşeke xerab de ye û got: "Ev yek nayê wê wateyê ku Amerîka êrişî wan nake."

Derbarê ewlehiya deryayî ya li navçeyê de, Trump ragihand ku rewşa Tengava Hurmizê "gelekî baş e" û rojane nêzî 30 keştî di wê rêyê re derbas dibin. Herwiha aşkere kir, keştî di bin parastina artêşa Amerîkayê de ji tengavê derdikevin û ji ber ku hinardekirina petrolê berdewam dike, bihayê petrolê di bazarên cîhanê de bilind nebûye.

Trump bal kişand ser rewşa navxweyî ya Îranê û got: "Îranî nizanin serokê wan kî ye û mûçeyê leşkerên xwe jî nadin. Kes nizane di wê welatî de biryardarê dawî kî ye." Herwiha Trump anî ziman ku Serokê Çînê Xi Jinping, derbarê krîza Tengava Hurmizê de helwesteke bêalî girtiye.

Hewlên Washington û Tehranê yên di mehên Nîsan û Hezîranê de ji bo agirbestekê û azadiya hatûçûna keştiyan li Tengava Hurmuzê, bêencam mabûn.

Piştî têkçûna danûstandinan, Amerîkayê di 13ê Tîrmehê de dorpêçên li ser benderên Îranê nû kirin û sînorên tund danîn ser tevgera keştiyên wî welatî. Armanca sereke ya Washingtonê ew e ku Tehranê ji dahata petrolê, ku çavkaniya herî mezin a diravê biyanî ye, bêpar bihêle.