İraq bi 800 milyon dolarî helîkopterên şer ji Amerîkayê dikire
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê peymaneke mezin a leşkerî pejirand ku li gorî wê, helîkopterên pêşketî û kelûpelên şer bi bihayê 800 milyon dolarî difiroşe hikûmeta Iraqê.
Li gorî zanyariyan, peyman kirîna çend cureyên helîkopterên pêşketî yên wekî (Bell 412EPX) û (Bell 407M) li xwe digire. Ji bilî firokeyan, Iraq dê komek çek û sîstemên teknolojîk ên nûjen jî werbigire, di nav wan de; reşaşên (GAU-19), mûşekên (M260), sîstemên (L-3 Wescam) ên ji bo çavdêrî û destnîşankirina armancan û sîstemên hişyarkirina dijî mûşekan hene.
Raporên nûçeyan aşkere dikin, Bexda plan dike bi temamî dest ji helîkopterên Rûsî yên cureyê (Mi-17) berde. Sedema sereke ya vê guhertinê jî, kêmpeydakirina perçeyên yedek yên firokeyên Rûsî ye. Hate ragihandin ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê û cezayên navdewletî yên li ser Moskoyê, Iraq di dabînkirina perçeyên van helîkopteran de rûbirûyê krîzeke mezin bûye.
Kompanyaya "Bell Textron" a Amerîkî, ku navenda wê li eyaleta Texasê ye, dê peymanê cîbicî bike. Ev peyman tenê firotina kelûpelan nîne; di heman demê de perwerdekirina pîlotan, tîmên teknîkî û piştgiriya lojîstîk a demdirêj ji aliyê hikûmeta Amerîka û kompanyayê ve tê dabînkirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir, ev peyman xizmeta siyaseta derve û ewlehiya neteweyî ya Amerîka dike, ji ber ku şiyanên Iraqê wekî hevbeşekî stratejîk bihêztir dike. Herwiha hat gotin ku ev kelûpelên nû, dê şiyana Iraqê ya ji bo rûbirûbûna gefên niha û yên pêşerojê, bi taybetî di warên veguhastina leşkerî û çavdêriya asmanî de, bipêş bixe.