Di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de: Hêzên Hikûmetê derbasî Hesekê bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehî û leşkerî yên ser bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve, îro danê sibê derbasî navenda bajarê Hesekê bûn. Ev gav di çarçoveya peymana yekkirina saziyan û radestkirina xalên serbazî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de pêk hat.
Li gorî plana belavbûna ewlehiyê û li ser bingeha lihevkirinên di navbera Hikûmeta Veguhêz û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, îro 1ê Îlonê, yekîneyên serbazî ji çend aliyan ve derbasî navenda bajarê Hesekê bûn. Armanca vê pêngavê ew e ku hêzên Rêveberiya Xweser û HSD’ê di nav saziyên fermî yên dewletê de werin yekkirin.
Hêzên ku derbasî bajêr bûne, ji yekîneyên Ewlekariya Hundirîn, Ewlekariya Giştî, Polîsên Leşkerî, Hêzên Taybet û Ewlekariya Rêyan pêk tên. Van hêzan dest bi bicihbûna li kolanên sereke û xalên stratejîk kirin. Her wiha, di çarçoveya vê planê de dest bi radestkirina baregeh û saziyên girîng hat kirin.
Di vê çarçoveyê de, "Baregeha Telayî" ya li bajarê Hesekê bi awayekî fermî radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz hat kirin.
Ev gavên pratîkî, wekî cîbicîkirina xalên peymana 29’ê Çileya 2026an tên. Li gorî wê peymanê, biryar hatibû girtin ku hemû pêkhateyên serbazî û saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên fermî yên dewletê de werin helandin û dawî li rewşa "du-desthilatiya" îdarî û ewlehiyê ya li herêmê were anîn.
Hikûmeta Veguhêz di mehên borî de bi awayekî qonax bi qonax dest bi şandina hêzên xwe bo bajarên Hesekê û Qamişloyê kiribû. Heya niha gelek baregehên xizmetguzarî û ewlehiyê hatine radestkirin.