Îsmaîl Beşîkçî spasiya piştgiriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike

Stenbol (K24) – Dostê mezin ê gelê Kurd Dr. Îsmaîl Beşîkçî, piştî nexweşiyeke dirêj cara yekem ji Kurdistan24ê re axivî. Beşîkçî ji ber alîkarî û hevxemiya wî, spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Nivîskar û lêkolînerê navdar Dr. Îsmaîl Beşîkçî, piştî ku nexweş ket, yekemîn hevpeyvîna xwe da Kurdistan24’ê. Beşîkçî diyar kir ku di dema nexweşiya wî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek caran li rewşa tenduristiya wî pirsî ye û got: "Ez ji ber vê hevxemiyê gelek kêfxweş û spasguzar im."

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gûrbûz derbarê rewşa tenduristiya Beşîkçî de agahiyên berfireh dan. Gûrbûz diyar kir ku Beşîkçî nêzîkî meh û nîvekê li nexweşxaneya Dicleyê ma û piştre jî 10 mehan li klînîka Cenap Ekincî ya li Diyarbekirê maye.

Gûrbûz wiha dewam kir: "Niha me Beşîkçî aniye Stenbolê. Tîmeke bijîşkan bi berdewamî rewşa wî dişopînin û mehê carekê komîteyek bijîşkan rewşa wî kontrol dike. Ez bi xwe şev û roj xizmeta hevalê xwe yê 37 salan dikim."

Dr. Îsmaîl Beşîkçî di peyama xwe de bal kişand ser piştgiriya Herêma Kurdistanê û wiha got: "Di dema nexweşiya min de Mesrûr Barzanî piştgiriyeke mezin da. Gelek caran li rewşa min pirsî. Ez spasiya wî û hemû kesên ku peyam şandine û xema min xwarine dikim."

Pisporê Fîzyoterapîst û Osteopat Dr. Îbrahîm Mayda yê ku her hefte serdana Beşîkçî dike, destnîşan kir ku tenduristiya wî her roj bi pêş de diçe. Mayda girîngiya Beşîkçî ji bo gelê Kurd bi van gotinan anî ziman:
"Îsmaîl Beşîkçî gelek kar û xizmeta Kurdan kiriye û di vê rêyê de xwe feda kir. Em hemû deyndarê wî ne."

Îsmaîl Beşîkçî, tevî ku bi eslê xwe Tirk e jî, bi dehan salan ji ber parastina mafên gelê Kurd û xebatên xwe yên zanistî yên li ser Kurdistanê, gelek caran hatiye girtin û di girtîgehên Tirkiyeyê de maye.