Li Idlibê otomobîlek teqiya: 2 kuştî û 8 birîndar
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê Idlibê, li ber dergehê bajarê Binnişê, otomobîlek barkirî bi cebilxane û teqemeniyan teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.
Li ser rêya sereke ya ketina bajarê Binnişê yê li gundewarê Idlibê, îro 1ê Îlonê di dema veguhastina cebilxaneyan de teqîneke mezin rû da.
Li gorî zanyariyên dawî, di vê bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest da û herî kêm 8 kesên din jî birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneya leşkerî ya li herêmê, lê tê gotin ku hîn agahî derbarê çarenivîsa hin kesên ku li derdora cihê bûyerê bûn, nehatine zanîn.
Ji ber ku otomobîl bi cebilxaneyê barkirî bû, piştî teqîna yekem jî dengê teqînên din ên biçûk li herêmê hatin bihîstinê û dûmaneke reş asîmanê herêmê girt.
Hêzên ewlehiyê hemû rêyên ku diçin cihê bûyerê girtin û bang li welatiyan kirin ku ji ber metirsiya teqînên din parçeyên cebilxaneyê nêzîkî herêmê nebin.
Tîmên Parastina Sivîl (Kumên Spî) û tîmên hawarhatinê hîn jî li cihê bûyerê li kesên winda digerin û hewl didin ziyanên giyanî û madî bi temamî tespît bikin.