Erdogan: Hevpeymaniya Mekeyê garantiya tenahiya deverê ye

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku Hevpeymaniya Mekeyê pêngaveke giring e, bo bicihanîna aştî û tenahiyê li ser asta herêmî û nêvdewletî.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, di dema pêşkêşkirina axaftinekê de amaje kir: "Hevpeymaniya Mekeyê bo berevaniya hevpar, ku li ser bingeha xwedîderketina herêmî û bersivdana bikom hatiye avakirin, hevkariyeka giring pêşkêşî bicihanîna aştî û tenahiyê li deverê û cîhanê dike."

Ji aliyekî din ve jî, di daxuyaniyeke hevpar de ku li roja Duşemê ji aliyê Komîsyona Stratejî ya Siyasî û Berevaniyê ya Lihevkirina Mekeyê ve hatibû belavkirin, amaje bi wê yekê hatibû kirin ku her yek ji Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiyeyê bi rêya çalakiya hevpar bo bihêzkirina şiyanên berevaniyê û yekîtiya hêzên xwe yên çekdar kar dike, ev yek jî bi piştbestina li ser "hevkariya bihêz di warê pîşesaziya leşkerî û pêşxistina berhemanîn û teknolojiya hevpar de."

Şahzadayê Cînişîn ê Erebistana Siûdî Mihemmed bin Selman, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li roja 7ê Tebaxa borî li bajarê Mekeyê lihevkirina berevaniya hevpar îmza kiribûn.

Ev lihevkirinname di çarçoveya hevkariyeke berevaniyê de tê, ku armanc jê bihêzkirina pabendbûna aliyan bi parastina aştî, tenahî û pêşxistinê li ser asta herêmî û nêvdewletî ye, li ser bingeha belavkirina berpirsiyariyan û hevfehmkirina hevpar bo têgehê ewlehiyê.

Armanca sereke ya wê lihevkirinê bihêzkirina şiyanên bersivdana hevpar li hemberî her êrîşekê ye, û tê de hatiye ku kirina her êrîşeke çekdarî bo ser her yek ji van sê welatan, wekî êrîşa li ser hemî aliyan tê hesibandin.