Amerîkayê êrîşeke esmanî ya berfireh li dijî Pasdarên Îranê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîşeke esmanî ya berfireh bo ser baregehên artêşa Pasdaran a Îranê li derdorê Tengava Hurmizê û peravên başûrê wî welatî dest pê kir, di eynî demê de dengê çend teqînên bihêz li bajar û giravên peravî yên Îranê yên li ser Kendavê û Deryaya Omanê hatin bihîstin.

Li gorî ragihandineke Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), saet 7:00 ê îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, bi dema Herêma Kurdistanê, hêzên Amerîkayê dest bi armanckirina çend cih û armancên girêdayî artêşa Pasdaran a Îranê (IRGC) kir.

Di wê ragihandinê de hatiye ku ev êrîş di bersiva bizavên van dawiyan ên artêşa Pasdaran de tên, ku bo armanckirina keştîvaniya bazirganî li Tengava Hurmizê û êrîşkirina ser leşkerên Amerîkayê li Rojhilata Navîn de kiribûn.

Medyayên fermî yên Îranê jî belav kiriye ku dengê çend teqînên mezin li başûrê wî welatî hatine bihîstin; bi awayekî ku wan êrîşan çend dever û benderên giring vegirtine, wekî: Girava Qişmê, Bender Ebas, Çabehar, Bendera Konarekê, Cask, Sîrîk û Mînab.

Her wiha li gorî nûceyeka ajansa "Tasnim"ê ya Îranî, saet 7:30 ê êvara îro, çavkaniyên herêmî aşkere kiriye ku dengê 6 teqînan li bajarên peravî yên ser bi sînorê parêzgehên Sîstan û Belûçistanê hatine bihîstin, lê heta niha cihê hûr ê wê bûyerê û zanyar li ser zirarên wê ji aliyê berpirsan ve nehatine piştrastkirin.

Tasnimê amaje bi wê yekê jî daye ku di navbera saet 7:30 heta 7:45 ê êvarê de, dengê 8 teqînan li peravên başûrê Girava Qişmê hatiye bihîstin. Tevî vê yekê jî, hinek çavkaniyên nefermî behsa wê yekê dikin ku dengê teqînan li nêzîkî balafirxaneya Qişmê bûye.

Pêla dengê teqînan tenê li wan du deveran nesakiniye; li gorî raporta peyamnêrê Tasnimê, li çend deverên bajarê Bender Ebasê û bajarê Sîrîkê jî dengê teqînên wesa hatine bihîstin û xelkê deverê tûşî tirsê kiriye.