Îranê êrîşeke giran a moşekî li dijî bingehên Amerîkayê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Îranê êrîşên xwe yên li ser bingeh û berjewendiyên Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê li deverê kirin, herwesa ligel belavbûna raportan li ser armanckirina bingeheke esmanî li Urdinê, desthilatdarên wî welatî peyama hişyariya bilez arasteyî welatiyên xwe kir.

Li gorî raporta ajansa nûçeyan a "Tasnim"ê, artêşa Îranê êvara îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, li beranberî alozî û girjiyên vê dawiyê, yek ji mezintern êrîşên xwe yên moşekî li dijî bingeh û deverên bin desthilata Amerîkayê kir.

Ajansa navborî amaje bi wê yekê jî kiriye ku Îranê berê hişyarî dabû ku her êrîşeke Waşintonê dê bi bersiveke çend qat tundtir bê dan, biryar e jî di demeka nêzîk de nav û hûrgiliyên wan armancên giring ên hatine lêdan bi awayekî fermî bên aşkerekirin.

Tevî vê yekê jî, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî peyamek belav kir û tê de hatiye ku gelê Îranê û eniya Miqawemeyê gelek dersên jibîrnekirî bo dijminê xwe yê Amerîkayî di dest de ne.

Ji aliyekî din ve jî, dezgehên peywendîdar ên welatê Urdinê bi rêya şandina peyamên ji nişkê û hewarçûnê, daxwaz ji hemî welatiyên xwe kir ku rêkarên parastina selametiyê li serasta herî bilind bi cih bînin.

Ev rêkarên bilez ên Urdinê piştî wê yekê hatin ku li gorî raportên destpêkî û nerastkirî, êrîşeke giran a moşekên balîstîk li ser bingeha esmanî ya "Mufeq Saltî"yê di nav axa wî welatî de hatibû kirin.